Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurê “Mihyedîn Îbrahîmî” girtiyê siyasî yê îdamkirî bo navendên ewlehî yên rejîmê hate gazîkirin

11:33 - 31 Adar 2023

“Fexredîn Îbrahîmî” kurê “Mihyedîn Îbrahîmî” girtiyê siyasî yê ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû bidarvekirin bo taya 9 a Lêpirisa Dadgeha Giştî û Şoreş a rejîmê li bajarê “Urmiyê” hate gazîkirin.

Ajansna Nûçegihaniya “Kurdpa”yê di vê derheqê de nivîsiye: “Fexredîn Îbrahîmî” bi tohmeta “herifandina deriyê pasevaniya Dadgeha Pêdaçûnê” ya rejîmê, bo navendên ewlehî yên rejîmê hatiye gazîkirin û ji rêkevta 7ê Xakelêweyê heta heyama 5 rojan dem jê re hatiye danê, ku wek dawî hewla berevanîkirin ji xwe serdana taya 9 a Lêpirisa Dadgeha Giştî û Şoreş a rejîmê li bajarê “Urmiyê” bike.

Navbirî roja Pêncşemî 25ê Reşema sala 1401an a Rojî, rojek piştî îdamkirina bavê xwe li girtîgeha Navendî a rejîmê li bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û roja Înê 26ê Reşemeyê, bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.

Roja Înê 26ê Reşemeyê, “Mihyedîn Îbrahîmî” girtiyê siyayî yê Kurd û xelkê bajarê Şinoyê li girtîgeha Navendî a rejîmê li bajarê Urmiyê hate bidarvekirin û rejîma Îranê heta termê wî jî radestî malbata wî nekir.

Her di vê derheqê de îdareya “Tomara Kesayetî” a bajarê Nexedê di belgeya mirina wî de sedema mirina wî “cezayê yasayî” ragihandiye.