Komûna Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê digel 6 aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi armanca hevkarî û yekdengiyê bi rê ve çû.
Roja Pêncşemî 10ê Xakelêweya 1402an a Rojî, kombûnek di navbera 6 alî û rêkxirawên Rojhilatê Kurdistanê digel Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi serperestiya Endamê Navenda Birêveberiya PDKÎ “Mihemednezîf Qadirî” di bargeha “Partiya Serbestî ya Kurdistanê” de bi rê ve çû.
Di vê kombûnê de behs ji yekîtî, yekgotarî, hevkarî û hevahengiya hizb û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, şoreşa Jîna û dawî guherînkariyên siyasî yên rojev li Kurdistanê û herwisa danûstandina nerînan ji aliyê wan 6 rêkxirawên Rojhilatê Kurdistanê ve hate kirin.
Di dawiya vê kombûnê de tekezî li ser rûniştin û hevahengiya zêdetir di navbera wan de hate kirin.
Di vê kombûnê de, “Partiya Azadî ya Kurdistanê, Partiya Serbestî ya Kurdistanê, Komeleya Yeksanî ya Kurdistanê, Rêkxirawa Xebat a Şoreşgera Kurdistanê, Tevgera Serbixweyîxwazên Kurdistanê û Partiya Serbixweyî ya Kurdistanê” beşdar bûn.