Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna kombûnên sedan kesî li ser tiriba şehîdan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê

11:39 - 31 Adar 2023

Bi hilkefta 10ê Xakelêweyê, roja şehîdên Kurdistanê, bi sedan kes ji xelkê dilsoz û nîştimanperwer yên bajarên Rojhilatê Kurdistanê li bajarên weke “Sine, Mihabad, Bokan, Dîwandere, Nexede, Dêwulan, Seqiz” û çendîn bajarên din li ser tiriba şehîdên rêya rizgariya welat bo rêzgirtin ji riha wan şehîdan û peyman nûkirin digel rê û rêbaza wan amade bûn.

Azadîxwazên emegnas yên bajarên Rojhilatê Kurdistanê, tevî dana dirûşman digel rêbaza şehîdên Kurd û Kurdistanê peymana wefadariyê nû kirin.

Pêka zanyariyan, hêzek zêde ji caş û xwefiroş û pasdarên rejîmê li wan bajaran bi taytbet li bajarê “Sinê” êrîş kirine ser xelkê û rê ji kombûna xelkê digirtin.