Piştî jehirîbûna dersxwanan li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê şeva derbasbûyî beşek ji xwendekar jî jehrî bûn.
Piştî êrîşkirina ser çendîn debistanan li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê yên wekî “Qum, Kirmaşan, Tehran, Erdebîl, Birûcir û Perdîs”ê û jehrîbûna hejmarek zêde ji dersxwanan, şeva derbasbûyî 9ê Reşemê, êrîşê ser xevtingehên keçên xwandekar li bajarê “Birûcird”ê hate kirin û hejmarek zêde ji wan jehrî bûn û bi lezgîn bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.
Midehek e ku rojane li debistan û xwendingehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, dehan dersxwan jehirî dibin û rewşa tenduristiya wan têk diçe.
Pêka amarên nefermî ku hatine belavkirin di 3ê mehên derbasbûyî de nêzî 900 dersxwan li xwandingehan de hatine jehirîkirin.
Duh li bajarê Kirmaşanê jî, bi sedema belavbûna cureke gazê, xwendekarên 2 xwendingehan jehrî bûne û di vê bûyera cihê şik û gumanê de bi 10an keç jehrî bûne.
Herwisa hatiye dîtin ku li yek ji polên xwendîngeha “Yasîn” a bajarê “Kirmaşan”ê de gazeke bê reng belav bûye û piştre dersxwan û personelên xwendingehê bi vê sedemê jehrî bûne û tendirustiya wan têk çûye.
Herwisa hatiye baskirin ku ew gaza han bi şêwekê bihêz karlêkerî hebûye û heta li kolana nav xwendingehê de jî belav bûye û personel di wir de jî jehrî bûne.