Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê dest avêtiye bi banghêjkirina mamosteyên olî yên Kurd bo dadgeha Rûhaniyet a rejîmê

10:49 - 4 Adar 2023

Rejîma Îranê di berdewamiya banghêjkirina mamosteyên olî yên Kurd bo binav dadgeha Rûhaniyet a rejîmê li bajarê Hemedanê, mamosteyekî olî yê bajarê Sinê bo vê binav dadgehê hate gazîkirin.

Pêka nûçeya Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, Mamosta “Hesen Elî Muradî” yê pêşnimêjê mizgevta “Îbrahîm Xelîlullah” a Sinê û Birêveberê Mekteba Olî û Liberkirina Quranê ya “Îbrahîm Xelîlullah”, bo binav dadgeha taybet a Rûhaniyeta rejîmê li bajarê Hemedanê, hate gazîkirin.

Divê mamoste “Hesen Elî Muradî”, di heyama çend rojên bê de xwe bi binav dadgeha Rûhaniyet a rejîmê li Hemedanê bidin nasandin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq tohmeta hatî sepandin bi ser wî mamosteyê Kurd de, ti zanyariyek li ber dest nîne.

Her di vê derheqê de, pêşnimêjê gundê “Qadirmerz”ê yê bi navê mamoste “Mihemed Seyfpenahî” û pêşnimêjê mizgevta gundê “Serav”ê yê ser bi devera “Dêwulan”ê yê bi navê “Şaho Fethî”, ji aliyê binav dadgeha “Rûhaniyet” a rejîm Îranê li Hemedanê hatibûne banghêjkirin.