Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê şandina cebilêxaneyan bo Rûsiyê du beranber zêde kiriye

11:35 - 4 Adar 2023

Malpera Amerîkayê ya “Variyên Palêsî” belav kiriye ku rejîma Îranê şandina cebilxaneyan bo Rûsiyê du beranber zêde kiriye û ew yeka dikare bibe sedema dirêjbûna heyama şerê Rûsiyê digel Ukraynê.

Malpera Amerîkayê ya bi navê “Variyên Palêsî” roja Înê 11ê Reşemeyê, di raporekê de belav kiriye, “pênc berpirsên Amerîka û NATOyê eşkere kirine ku rejîma Îranê di çarçoveya çendîn girêbestan de digel Rûsiyê dikare şerê vî welatî digel Ukraynê dirêjtir bike û piştevanîkirina xwe ji Rûsiyê du beranber zêde dike”.

Herwisa di vê raporê de hatiye, “di halekê de ku piraniya alavên şer yên Rûsiyayê ber bi tevawbûnê ve diçin, vî welatî ji bo berdewamkirina êrîşên xwe li ser Ukraynê hewcehî bi alîkariyên zêde yên cebilxaneyan ji Bilarûs, Îran, Koreya Bakur û Çînê heye, lewma Amerîka û hêzên hevpeyman ên Amerîkayê soz dane ku bi hemû şiyana xwe ve hewla rêgirîkirin ji şandina cebilxaneyên rejîma Îranê bo Rûsiyê bidin”.

Herwisa rojnameya “Val Strît Jornal”ê jî, berê bi belavkirina raporekê dabû zanîn ku Rûsiye û rejîma Îranê ji berê ve bernameya avakirina kargehên mezin ên berhemanîna dironan li Rûsiyê hebûne ku dikare her salê hezaran dironan berhem bîne.