Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê derheq jehrîkirina dersxwana daxuyaniyek belav kir

12:36 - 4 Adar 2023

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê derheq jehrîkirina keçên dersxwan li Îran û Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û daye zanîn, “jehrîkirina keçan di dibistanan de pîlana navendên ewlehî yên rejîma Îranê ye”.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Di heyama sê mehên borî de, zêdetir ji 400 keçên dersxwan li dibistan û xwendingehên çend bajarên mîna Tehran, Kirmaşan, Luristan, Çarmehalî Bextiyarî, Qum, Erdebîl, Mazenderan, Xurasana Rezewî, Îsfehan, Simnan, Şahînşehr û Fardîs û …hwd, ji ber jehrîbûnê di nexweşxaneyan de hatine razandin ku yek ji wan li bajarê Qumê canê xwe ji dest daye.

Navendên berpirsiyar ên Komara Îslamî heta niha ti helwêstek fermî li hember berdewamiya wan bûyerane û berdewamiya jehrîkirina keçên dersxwan ku heta niha êdî bi eşkere bi terora biyolojîkî behsa vê tê kirin, nebûye. Hin ji hereket û aliyên berpirsyar ew êrîşane xistine stuyê girûpên tundajo yên serberedayî yên ser bi navendên ewlehî yên rejîmê û hin berpirs û alî jî, tiliya tawanê bo aliyên derve yên wek opozîsiyon û welatên dujmin! dirêj dikin.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi balkişandin bo ser nasnameya rejîmê ji tawanên rêkxistinkirî û sîstematîkî yên wek kuştin li ser namûsê, kuştina li pey hev û esîdrijandin û senariyoyên ewlewî yên dinê yên rejîmê, radigehîne ku berpirsayetiya wan cinayetane li stuyê tevahiya rejîmê û serweyê hemûyan Xamineyî yê rêberê rejîmê ye. Armanc ji vê yekê jî çêkirira rewşeke hov û tirsandin di civatgehê de û tolhildan ji keçan bi sedema pêşengbûna wan li şoreşa “jin, jiyan, azadî” de ye.

Herwisa Navenda Hevkarî bi balkişandin li ser pêşîneya Komara Îslamî ji afirandina tawanan û karesat li dijî xelkê mafxwaz û nerazî di Îranê de, daxwazê ji civatgeha cîhanê dike ku bilez û bi tund li hember komkujî û reftarên dije mirovî yên Komara Îslamî bertekê ji xwe nîşan bide.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê

13ê Reşemeya 1401an a Rojî