Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdekî Kurdistanê li navçeya Biradosta Urmiyê koça dawiyê kir

16:15 - 4 Adar 2023

Xwedêjêrazî “Fatime Felah” a xelka gundê “Nêçela” yê girêdayê devera “Biradost”a bajarê Urmiyê koça dawiyê kir.

Pêka nûçeya ku gihîştiye bi Odeya Nûçeyan a Ragihandina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, roja Înê 12ê Reşemeya 1401an a Rojî, dayîka şehîd “Hacî Nicatî”, xwedêjêrazî “Fatime Felah” koça dawiyê kir.

Şehîd “Hacî Necatî” fermandeyê desteya şehîd “Yawer” li hêza şehîd “Sergurd Ebasî” li devera Biradosta bajarê Urmiyê bû; Navbirî li sala 1363an a Rojî, li devera Biradostê kevte nav boseya hêzên rejîma Îranê û piştî şer û berxwedaneke qehremanane digel hevalekî xwe yê bi navê “Kamil Geleban” hatine şehîdkirin.

Termê xwedêjêrazî “Fatime Felah” bi beşdariya xelkê deverê bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbata wê ya rêzdar û hemû xelkê xoşewîstê devera Biradostê û xwe bi hevparê xema wan dizane.