Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Duh aliyê kêm dersxwanên 33 dibistanan jehrî bûn

11:09 - 5 Adar 2023

Jehrîbûna keçên dersxwan li Îran û Kurdistanê berdewam e û duh li zêdetir ji 33 dibistanan de keçên dersxwan hatine jehrîkirin.

Duh roja Şemî 13ê Reşemeyê, aliyê kêm ji 33 bajaran li 17 parêzgehên wek Tehran, Îlam, Îsfehan, Sine, Xurasana Bakur, Qum, Luristan, Xûzistan, Fars, Gîlan, Erdebîl, Elborz, Zencan, Urmiye, Tewrêz û Hemedanê şahidê êrîşa gaza kîmiyayî bo ser dersxwanên keç bûn.

Li gorî çavdêr û çalakvanên siyasî, piştî zêdetir ji sê mehan ji êrîşên kîmyayî yên berfireh û hemahengkirî bo ser dibistanên keçan li seranserê welat û lipeynekevtina dadgeh û berpirsên rejîmê bo vê meselê, rengehiya vê yekê heye ku karbidest û saziyên bilind ên rejîmê di van bûyeran de dest hebin.

Heta niha jehrîbûna keçên dersxwan li Îranê bi awayekî tund ji aliyê civatgeha cîhanê ve hatiye şermezarkirin û gelek alî sebebkarê vê tawanê rêberê rejîma Îranê Elî Xamineyî dizanin û dibêjin, ev toleya xwe ji keçên serhildêr hildide.

Senariyoya jehrîkirina keçên dersxwan li Kurdistan û Îranê hêj jî nehatiye eşkerekirin.