Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hilkefta 8ê Marsê û piştevanîkirin li şoreşa “Jîna”yê li Norwêjê xwenîşandan bi rê ve çû

11:58 - 5 Adar 2023

Roja Şemî 13ê Reşemeya sala 1401an a Rojî, bi hilkefta 8ê Mars, roja cîhanî ya “Jinan” û bo piştevanîkirnin li şoreşa “Jîna”yê, li rawestgeha qetar a bajarê “Oslo”ya Norwêjê, xwenîşandanek li jêr navê “Jin Jiyan Azadî”yê bi rê ve çû.

Di vê xwenîşandanê de ku rêkxirawên Yekîtiya Jinanên Demokrat a Kurdistana Îranê, Komeleya Jinên Rojhilat û girûpa Jinan a “Komîteya Norwêjî-Îranî” hatibû rêkxistin, li demjimêr 1ê piştî nîvro bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî”yê dest pê kir û heta demjimêr 3ê piştî nîvro berdewam bû. Herwisa birêveberên vê xwenîşandanê bi zimanên “Kurdî, Norwêjî û Farsî” dirûşm dan.

Di vê xwenîşandanê de sirûdek li jêr navê “Jin Jiyan Azadî”yê ji aliyê hunermend “Hêdî Qadirî” û sirûdeke din li jêr navê “Dêm û Dêm” ji aliyê “Behar Fatimî” ve hatine pêşkêşkirin.

Di berdewamiya xwenîşandanê de, “Medîne Fesîhî” bi hevkariya du keçên bi navên “Dîlan û Gerîla” sirûdek pêşkêş kirin.

Di dawiya vê xwenîşandanê de biryarnameyek bi zimanê “Norwêjî” ji aliyê “Şeniya”yê ve hate xwendin û xwenîşandan bi dawî hat.