Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara qurbaniyên erdheja Bakurê Kurdistan û Tirkiyê giha bi 46 hezar kesan

12:26 - 5 Adar 2023

Dawî amara qurbaniyên erdheja Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hate belavkirin ku hejmara qurbaniyên wê erdhejê giha 45 hezar û 986 kesan.

Wezîrê Hundir yê Tirkiyê “Sulêman Suylû”, duh şev di konferanseke rojnamevanî de daye zanîn, hejmara qurbaniyên erdheja Tirkiyê giha bi 45,986 kesan ku ji wê hejmarê 4,267 kes avareyên Sûrî bûne.

Navbirî gotiye, ji dema hatina erdhejê heta niha 13 hezar paşhej li Tirkiyê hatine. Navbirî gotiye bi gelemper 26 hezar û 300 avahî di vê erdhejê de herifîne.

Li 6ê Şibata 2023an, du erdhejên bihêz bi pileya 7.7 û 7.6 rîxterî Bakur û Rojavayê Kurdistan, Tirkiye û Sûriye hejand ku nvenda vê erdhejê parêzgeha Mereşê bû. Vê erdhejê xisarên gelek mezin gihandine 11 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê û herwisa çendîn bajarên Rojavayê Kurdistan û Sûriyê û karesatek gelek mezin li pey xwe anî.