Piştî banghêjiya Şêwreya Hevahengî ya Rêkxrawên Sendîkayî yên Mamosteyan bo birêvebirina kombûna nerizayetî li dijî êrîşa kîmyayî bo ser dersxwanên keç li dibistanên Îran û Kurdistanê, komek xwendekar û dersxwanan li Sinê di daxuyaniyekê de daxwaz ji xelkê kirine ku roja Sêşemî 16ê Reşemeyê, tevlî kombûna nerizayetiyê bibin.
Di banghêjiya Şêwreya Sendîkaya Mamostayan de hatiye, ku tevî zordarî û zilma çend sale ya rejîma Îranê, di niha de jî ew rejîme rûyekî qirêj ji xwe nîşan daye û êrîşa kîmyayî kiriye ser keçên wê welatê, da ku bi xeyala xwe şorşa “jin, jiyan, azadi”yê bo hertimî bitemirîne û toleyê ji keç û jinên pêşeng hilde.
Xwendekar û dersxwanên Sinê ji bo piştgirîkirina banga Şêwreya Sendîkaya Mamosteyan, di daxuyaniya xwe de diyar kirine ku tevî beşdarbûna wan di kombûnê de, daxwaz kirine ku malbatên xwendekaran, mamostayên olî û hemû tex û qatên din yên bajarê Sinê li ber deriyê îdareya giştî ya Perwerde û Hînkariyê ya Sinê li demjimêr 10 heta 12ê di vê nerizayetiyê de beşdariyê bikin.