Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Netanyahu axavtinên Girosî “bê nirx” hesibandin

10:26 - 6 Adar 2023

Serokwezîrê Îsraîlê roja Yekşemî 14ê Reşemeyê, li derheq axavtinên “Rafaêl Girosî”, Serokê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, ku gotibû her cure êrîşeke Îsraîlê û Amerîkayê bo ser damezraweyên navkî yên Îranê, neyasayî ye, ev gotinane bê nirx zanî.

Girosî roja Şemî di meşa çûna xwe bo Tehranê de, li konferanseke rojnamevanî de bersiva pirsa rojnamevanekê, axo danûstandinên Bercamê bigihin bi bombestê dê Îsraîl û Amerîka êrîşê ser Îranê bikin, daye zanîn “ev yeka neyasayî ye”.

Binyamîn Netanyahu Serokwezîrê Îsraîlê di hin gotinên xwe de ku li televîziyonê belav bû, got: “Rafaêl Girosî kesek bi qîmet e ku axavtinek bê nirx kiriye”.

Netanyahu piştre wiha got: “Ji kîjan yasayê? Gelo ji bo Îrana ku eşkere dixwaze me tine bike, destûr heye ku alavan ji bo kuştina me amade bike? Ma me îzna xweparastinê nîne? Diyar e ku ji em re rê hatiye dan ku em vê karê bikin”.

Îsraîl berdewam dibêje ku rejîma Îranê kêm maye bigihe bi bombeya navkî û ev welate ji bo parastina hebûna xwe dê hemû karekî li dijî rejîma Îranê bike.