Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeteke Hizba Demokrat di salvegera koça dawî ya “Mela Mistefa Barzanî” de beşdarî kir

10:56 - 6 Adar 2023

Heyeteke Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ji Kanada û Amerîkayê, li salvegera koça dawiya “Mela Mistefa Barzanî” beşdarî kir.

Roja Şemî 13ê Reşema sala 1401an a Rojî, heyeteke Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ji Kanada û Amerîkayê li ser gazîkirina taya 7 a Partiya Demokrat a Kurdistanê, di 44emîn salvegera koça dawiya “Mela Mistefa Barzanî” de beşdarî kir; Heyeta Hizba Demokrat a Kurdsitana Îranê ji aliyê berpirsê taya Partiyê li Amerîka û Kanadayê “Hikmet Bamernî” ve bi germî hate pêşewazîkirin.

Rêûresm bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û ragirtina xulekek bê dengî ji bo canê paqij ê şehîdên doza rizgariya Kurd û Kurdistanê hate destpêkirin.

Piştre belge fîlmek li derheq jiyan û xebata nemir “Mela Mistefa”, bo beşdarbûyên rêûresmê hate pêşkêşkirin.

Di berdewamiya rêûresmê de çend kesan li derheq rola “Mela Mistefa Barzanî” li tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd û beşdariya “Barzaniyan” bi rêberiya “Mela Mistefa” li Komara Kurdistanê, çend gotinek pêşkêş kirin.