Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî berê yê Hizba Demokrat li devera Urmiyê koça dawiyê kir

11:17 - 6 Adar 2023

Xwedêjêrazî “Dirbas Mihemedî” naskirî bi “Derwêş Dirbas”, kesayetiyekî xweşnav û pêşmergeyê berê yê Hizba Demokrat li devera Urmiyê, koça dawiyê kir.

Pêka nûçeya ku gihîştiye Odeya Nûçeyan a Ragihandina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, roja Înê 12ê Reşemeya sala 1401an a Rojî, pêşmergeyê berê yê Hizba Demokrat, “Dirbas Mihemedî” naskirî bi “Derwêş Dirbas” yê xelkê gundê “Wermezyar” ê ser bi devera “Berandêz”a bajarê Urmiyê, di temenê 95 saliyê de koça dawiyê kir.

Xwedêjêrazî “Dirbas Mihemedî” sala 1357an tevlî refên pêşmergên Hizba Demokrat bibû û di şerên devera “Berandêz”ê û şerê bi navûdeng ê Urmiyê de çalakane û qehremanane beşdarî kiribû. Nabirî di sala 1361an de bi sedema rewşa taybet a xwe û malbata xwe û li ser îzna Hizba Demokrat zivirîbû navxweyê welat.

Xwedêjêrazî “Dirbas Mihemedî” li navxweyê welat jî, li rê û rêbaza Hizba xwe berdewam bû; Herwisa bi sedema welatparêziya wî û taybetmendiyên wî yên kesîn, bibû kesayetiyeke xoşewîst û cihê baweriya xelkê devera “Berandêz”ê.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê tevî sersaxîdan bi malbata rêzdar a “Dirbas Mihemedî” û hemû xelkê devera “Berandêz”ê, xwe bi hevparê xema wan dizane.