Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi hilkefta 8ê Marsê, roja cîhanî ya jinan peyamek belav kir û ragihand ku, armanca siyasî, civakî, netewî û çînayetî nayêne gorê, bi bê vê ku jin pêgeha xwe ya rastî di civakê de bibîne.
Di beşeke vê peyamê de hatiye: “Em di halekê de îsal yada 8ê Marsê roja cîhaniya Jinan pîroz dikin ku nêzî 6 mehan ji serhgildan û şoreşa gelên Îranê bi pêşengiya jinan û ciwanan di Îranê de derbas dibe. Dirûşma “jin, jiyan, azadî” wek paradayma bingehîn û stratejîk a şoreşa “Jîna”yê ku ji hundirê civaka Kurdistanê ve serî hilda, ne bi tenê seranserê Îranê, belkî wek pênaseya vê şoreşê li ser asta navnetewî jî dengvedanek berfireh hebûye.
Di beşeke din a vê peyamê de hatiye: “Dîtingeha desthilata kevneparêziya Komara Îslamî ya Îranê, perawêzxistina jinan û sitema regezî diyardeyeke sirûştî ye ku pêwîst e jin pêbendê vê bin; Lê tevgera çalak a jinan bo bidestxistina daxwaz û mafên xwe bi dirêjahiya temenê Komara Îslamî di meydanê de hebûye.
Li beşeke din a peyama Navenda Hevkariyê de hatiye ku bûyerên serhildana vê dawiyê ya gelên Îranê bi eşkere bi me re didin xuya, ku civaka Îranê bo têgihîştin ji pirsa jinan û hewcehiya çareserkirina wekheviya regezî bi mebesta rêxweşkirin bo geşeya siyasî û aborî, amadehiyeke tevaw heye. Bi awayekî ku aramî di civatgehê de bi bê çareseriya pirsa jin mumkîn nîne û ti desthilatek nikare pêşiya wê guherinkariyê bigire.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê li derheq çalakbûna jinên Kurd, behsa vê kiriye ku amadebûna çalakane ya jinan di xebata netewî de, ji refên pêşmergetiyê ve bigire heta meydanên cuda yên xebata çandî, siyasî û medyayî, derfeteke bi wec bo tevgera jinan afirandiye ku bikarin di pênasekirina nasnameya xwe de mifahê jê verbigrin.