Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdekî Kurdistanê koça dawiyê kir

19:48 - 6 Adar 2023

Xwedêjêrazî “Zulêyxa Elîpûr” dayîka şehîd “Resûl Pûrxalidî” di temenê 80 saliyê de li bajarê Urmiyê koça dawiyê kir.

“Zulêyxa Elîpûr” ku dayîka şehîdê Kurdistanê, şehîd “Resûl Pûrxalidî” ye, roja Înê 12ê Reşemeya sala 1401an a Rojî, di temenê 80 saliyê de koça dawiyê kir; Şehîd “Resûl Pûrxalidî” sala 1344an a Rojî, li gundê “Sorkan” ê ser bi devera “Mirgewer”a Urmiyê ji dayîk bibû.

Şehîd “Resûl Pûrxalidî” 10ê Gelawêja sala 1363an a Rojî, li şer û pevçûnekê digel hêzên dagîrker ên rejîma Îranê li gundê “Helefile” yê ser bi devera Tirgewera Urmiyê hate şehîdkirin û tevlî karwanê nemiran bû.

Herwisa birayekî şehîd Resûl Pûrxalidî yê bi navê “Hetem Pûrxalidî” di dema alîkarîdan bi pêşmergeyên Kurdistanê re ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû şehîdkirin.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarên xwedêjêrazî “Zulêyxa Elîpûr” û xwe bi hevparê xema wan dizane.