Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Loyd Astîn: “Em bi rejîma Îranê re derfetê nadin ku bikare çeka navkî berhem bîne”

10:59 - 7 Adar 2023

Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê “Loyd Astîn” gotiye, ku em vê derfetê bi rejîma Îranê re nadin ku bikare çeka navkî berhem bîne û eger rewş guherî, hewce ye rêgirî li rejîma Îranê bê kirin”.

Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê “Loyd Astîn” di civîneke rojnamevaniyê de gotiye: “Her wekî we çendîn caran ji Serkomarê Amerîkayê bihîstiye, em derfetê bi rejîma Îranê re nadin ku çeka navkî bi dest ve bîne, lê belê eger rewş biguhere, em divê rêgirî ji vê bûyerê bikin”.

Herwisa navbirî li derheq pêbendnebûna rejîma Îranê bi Bercamê û gefa Îraneke navkî gotiye: “Erkê min wek Wezîrê Berevaniyê ev e ku alxahîn bim ku rêkarên bi wec bi Serkomar re didim”.

Herwisa “Loyd Astîn” li derheq pêwendiyên rejîma Îranê digel Rûsiyê gotiye: “Eva ku rejîma Îranê li alakariyên bê beranber û yekalî bi Rûsiyê re dide, di rastiyê de dûr ji hizrînê ye û rejîma Îranê li bikaranîn dironan li Ukraynê, ezmûnên zêdetir bi dest ve tîne ku ew yeka bo deverê peyameke xirab e.