Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê êrîşeke esmanî li ser balafirxaneya Heleba Sûriyê kir

11:10 - 7 Adar 2023

Sibêdeha îro roja Sêşemî, Îsraîlê êrîşeke esmanî kire ser balafirxaneya Heleba Sûriyê û xisareke mezin gihande wê balafirxaneyê.

Nûçegihaniya “SANA” ya ser bi Sûriyê belav kiriye, ku êrîşa Îsraîlê bûye sedemê jinavçûna bandên firînê ên balafirxaneyê û ew balafirxaneye ji gelek beşan de hatiye herifîn.

Wezareta Berevanî ya rejîma Sûriyê, sibêdeha îro Sêşemî ragihandiye, bi sedema êrîşa Îsralîlê balafirxaneya navdewlwtî ya Helebê ji xizmetguzariyan derçûye.

Rapor di vê derheqê de hatine belavkirin ku, Îsraîlê enbarên cebilxaneyî yên rejîma Îranê li wir kiriye armanc; Hatiye zanîn ku ew cebilxaneyane yên rejîma Îranê bi navê alîkariya mirovdostane ji bo Sûriyê hatine şandin, lê alîkarî bo berketiyên erdhejê nebûne û hemû çek û çol bûne.

Îsraîlê ji par ve êrîşên xwe bo ser hêzên çekdar ên Spaha Pasdaran a terorîst li Sûriyê û Lubnanê zêde kiriye. Îsraîlê di heyama salên borî de bi sedan êrîşên esmanî li ser hêzên Sûriyê û hêzên rejîma Îranê encam daye.