Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDKÎ “Salih Pûresedî” li Ustiraliyayê digel kesayetiyekî vî welatî civiya

13:31 - 1 Adar 2023

Roja Sêşemî 9ê Reşemê, “Salih Pûresedî” Nûnerê PDKÎ li welatê “Ustiraliya”yê digel Serokê Ofîsa Sênator “Marî Wat” ji Partiya Kedkarên Ustiraliyayê ku hevdem Wezîrê Karûbarên Hawarçûn û Werzêriyê ye jî hevdîtin kir.

Di vê hevdîtinê de digel “Ruan Hîlîzbêrgêr” bas ji rewşa siyasî, aborî û civakiya Îranê hate kirin û rêjeya bêzariya xelkê ji rejîmê û serhildana çend mehên derbasbûyî anîne ber bas.

Herwisa bas ji yekhelwêstiya hemû netewan li dijî rejîma Îranê hate kirin.

Ji aliyek dinê ve, li derheq tepeserkariyên rejîma Îranê û êrîşên hovane û çekdarane bo ser xelkê xwenîşander axavtin kirin.

Herwisa di vê hevdîtinê de bas ji çendîn kiriyarên rejîma Îranê yên weke talankirina dahata xelkê Îranê û xerickirin wan bo kiryarên terorîstî li welatên derdor hate kirin.

Nûnerê PDKÎ daxwaz ji “Ruan Hîlîzbêrgêr” kir ku daxwaziyên hemû Kurd û Îraniyan bigehîne wezîrên vî welatî û piştevaniyê ji terorîstnasandina Spaha Pasdaran bikin.

Navbirî soz da ku wan daxwazkariyan bigihîne wezîrên vî welatî û bi xwe jî piştevanê xelkê Îranê be.