Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jineke girî li girtîgeha Sinê bi sedema nebûna xizmetguzariyan canê xwe ji dest da

11:26 - 7 Adar 2023

Seyde Amîne Ehmedî girtiya li navenda “Kanûna Îslah û Terbiyet” ya rejîmê li Sinê, di demekê de ku rewaş tendirustiya wê nebaş bû û bo navendên pizîşkî dereng hate veguhestin, jiyana xwe ji dest da.

Li gor rapora Rêkxrawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, roja Pêncşemî 11ê Reşemeyê, Seyîde Amîne Ehmedî, girtiya temen 47 sal a ragirtî li navenda “Kanûna Îslah û Terbiyet” a rejîmê li bajarê Sinê, ku rewaşa tendirustiya wê nebaş bû û di vê navenda hikûmî de dereng bo navendên pizîşkî hate veguhestin, jiyana xwe ji dest da.

Hengawê ragihandiye, ew jina bendkirî di van dawiyan de janesereke tund hebûye û ji ber nehiştina berpirsên girtîgehê ji bo navendên pizîşkî yên li derveyî girtîgehê, bi sedema êşa zêde celteya mêjiyê lê daye û canê xwe ji dest daye.