Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzdar “Mistefa Hicrî” peyameke taybet belav kir

12:27 - 7 Adar 2023

Rêzdar “Mistefa Hicrî” Berpirsê Navenda Birêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di peyamekê de bi balkişandin li ser pêwîstiya yekgirtinî û yekrêziya zêdetir a hemû Kurdistaniyan, ragihandiye, “heta wê demê ku pişt û penaha me Kurdistaniyên xweragir e û yekgirtina me çepera yekem û paşeroja xebata me ye, Kurdistan rastî tevlîheviyê nabe.

Deqa Peyamê wiha ye:

Hevnîştimaniyên hêja!

Kurdistaniyên xweragir!

Rojhilatê Kurdistanê di şert û merceke hestyar de derbas dibe. Ji aliyekê ve digel tevahiyetxwazî û dagîrkariya Komara Îslamî rû bi rû ye û ji aliyek din ve jî digel metirsiya dûbarehatina gorê ya tavahiyetxwazî û dagîrkeriya paşerojê di Îranê de rû bi rû ye. Lewam ya ku dikare di wê rewşê de aramî û serkevtina me di paşerojê de misoger bike, tiştek nîne bilî yekgirtin, lihevtêgihîştin û bi hevnêzîkbûna xelkê Kurdistan û hêzên siyasî ye.

Ya ku heta niha ku piştî şehîdbûna Jînayê bûye sedemê vê ku civatgeh û nîştimana me bejna wê bilind be, yekgirtina Kurdistaniyan û hêzên xebatkaran bûye. Lê ew yekgirtine bê astengî nebûye; Komara Îslamî ji aliyekê û alîgirên tevahiyetxwazî li dereve aliyek din berdewam di hewla vê de bûne ku rêz û mezinahiya wê yekgirtina Kurdistaniyan bixine jêr pirsyarê û di hewla vê de bûn ku çepera Kurdistanê bihejînin û bê hêvîtiyê bi Kurdistaniyan bibexşînin.

Cudahiya nerînan li Kurdistanê mijareke asayî ye û nîşaneyeke micid e di civatgeheke zîndî de. Lê xala cudaker a cudahiya nerînan û pirsa nîştimana wan ev e ku divê hemû pêbendê binyatên sereke yên hêlên nîştimanî bibin. Ew hêlananeyê ku xwe li misogerkirina asayişa nasnameyî û çarçêveya siyasî, kultûrî û civatgeha Kurdistaniyan ji Îlam û Kirmaşanê ve heta serweyê Rojhilatê de dibîne.

Me şik ne ji tevgera rizgarîxeaziya Kurdisatanê û ne ji qewareya cugrafiyaya siyasî ya Rojhilatê û ne jî li xalên bingehîn ên mafê Kurdistaniyan nîne; Lewam hewce nake em, xwe û civatgeha xwe tûşê xemgîniyê bikin. Çimkî me her dem amadehiya vê yekê hebûye ku ber bi qonaxekê ve pêngavan biavêjin ku tê de yekîtiyeke dilxwazî bê avakirin bo paşeroja Îranê ku tê de Kurdistan bibe xwediyê mafê xwe. Vê naçe ti Kurdistaniyek dijî vê mafê be, lê ev şopînerên tevahiyetxwazên ku dixwazin wisa nîşan bidin ku dikarin derzê bixine nav refên yekgirtiya Kurdistaniyan.

Di dawiyê de, wekî berpirsiyarî, ez dixwazim li ser vê yekê rawestim heta wê demê ku pişt û penahê me Kurdistaniyên xweragir e û yekgirtina me çepera yekem û paşerojê ya xebata me ye, Kurdistan rastî tevlîheviyê nabe. Çimkî hizbên wê yên siyasî emrazê siyasî ne bo maf û daxwazkariyên nîştimana xwe, ne nîştiman emrazek be bo hizban. Lewma hewce dike tevahiya hewla me bo wê be di asta xwast û daxwazkariyên welatiyên Kurdistanî de. Ezmûnên  Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê, em hînê hin waneyên giranbuha kirine ku egere em yekgirî bin, Kurdistan dibe xwediyê pêgeh û serwerî û eger em parçe parçe bin dagîrkarî û jidestdana nîştimanê çavnihêrê me dike.

Lewam Ez daxwazê dikim:

Werin em hemû, bi taybetî endam û alîgirên hizbên siyasî, pênûs, ziman û çalakiyên xwe ji bo xurtkirina vê yekîtiyê bikar bînin, yekgirtinî hem di navxweyê Kurdistan û hem yekgirtina Kurdistanê digel beşên din ên Îranê. Daxwazkariyek min a dinê li Kurdistaniyên hezkirî li navxwe û derveyê welat eve ye, bila em xwe ji bo newroza îsal amade bikin. Lewam rû li Kurdistaniyên camanepoş, xortên xakîpoş, evîndarên daweta alayê, xebatkarên hemaseya Kirmaşan û di dawiyê de Kursana bawan eve ye, newroza îsal bikin bi newroza berxwedan û lihemberderkevtin bo qahîmkirina çepera yekgrtîna nîştiman.

Penah û dawî sekinîngeha aramiya me ji Kurdistanê ve ye û her Kurdistan divê bêje me hemûyan: Kes nebêje Kurd miriye, Kurd zîndî ye.

Mistefa Hicrî

Berpirsê Navenda Birêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

16ê Reşemeya 1401an a Rojî