Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûna mamosteyan û malbatên dersxwanan li zêdetir ji 20 bajarên Kurdistan û Îranê

16:36 - 7 Adar 2023

Îro roja Sêşemî 16ê Reşemeyê, li zêdetir ji 20 bajarên Kurdistan û Îranê, malbatên dersxwanên hatinî jehrîkirin, mamosteyên dibistanan û qatên din ên civatgehê li hember jehrîkirina dersxwanên keç ji aliyê rejîma Îranê ve kombûna nerizayetiyê bi rê ve birin.

Pêka dîmen û vîdyoyên hatinî belavkirin, heta niha di zêdetir ji 20 bajarên Kurdistan û Îranê yên wek Meşhed, Îsfehan, Kerec, Reşt, Sine, Merîwan, Seqiz, Avdanan, Dalaho, Kirmaşan, Lahîcan, Ehwaz, Babol, Şîraz, Elîgûderz, Kaşmêr, Kazirûn, Colfa, Bûşêr û Zencanê”  kombûna nerizayetiya malbatên dersxwanan û mamosteyên dibistanan hebûye.

Di vê kombûna nerizayetiyê de mamosteyên dibistanan li derheq jehrîkirina dersxwana axavtin û wan daye zanîn, di wê welatê de eger kesek bixwaze nerizayetiya xwe nîşan bide rastî sedan karesatan tê.

Mamosteyek din yê dibistanê li bajarê Nûrabada Şîrazê di wê kombûnê de axivî û got: “Dema ku ciwanek li ser dîwaran dirûşman dinivîse, hikûmet bi dron û hemû hêza xwe ve hewla nasîna wî dide û demûdest digire, îşkence dike û paşê îdam dike; Di halekê de ku sê meh e bi ser jehrîbûna dersxwanan re derbas dibe, berpirsên hikûmetê hê jî amadeyê bersivdanê nebûne”.

Di piraniya bajaran de xelkê nerazî dirûşmên wek merg û neman bo Xamineyî û dehan dirûşmên dinê li dijî rejîma Îranê dan, û piştre xelkê nerazî rastî êrîşa hêzên rejîmê hatin û hêzên rejîmê bi gaza rondikrêj hewl dan ku wan li cihê kombûnê dûr bixin.

Îro hevdem digel nerizayetiya malbatên dersxwanan û mamosteyên dibistanan, di çendîn bajaran de dîsan dersxwanên keç rastî êrîşa kîmyayî hatin û çendîn dersxwan jehrî bûn.