Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û Partiya Komonîst a Kedkar ya Îranê civînek lidar xistin

11:03 - 8 Adar 2023

Di roja 15ê Reşemeya sala 1401an (6ê Adara 2023`an), kombûnek bi beşdariya rêberatiya Hizba Demokrat û Partiya Komonîst a Kedkar ya Îranê hat lidarxistin.

Di vê civînê de “Esxer Kerîmî û Nisan Nodînan” ji aliyê Partiya Komonîst a Kedkar ya Îranê û “Hesen Şerefî, Şaho Husênî, Xalid Hesenpûr û Agirî Îsmaîlnijad” ji aliyê Hizba Demokrat a Kurtdistana Îranê, di vê civînê de beşdarî kirin.

Armanca vê civînê gotûbêj li derheq guhertînên siyasî û şereşa îroyî ya Îranê bûye.

Di vê civînê de girîngiya vê yekîtiyê ku ji hundirê şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”yê ve di navbera qatên cuda yên xelkê û bi taybet xelkê Kurdistanê û cihên din ên Îranê de serî hildaye, hewcehiya yekîtiyê bo rawestan li hember rejîma Îranê û rewtên jirêderketî û alozker, nerizayetî û xwenîşandsanên berfireh li bajarên Kurdistanê di heyama şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê, daxuyaniya 20 sendîkayên pîşeyî û medenî ku gelek bi rohnî daxwaziyên xelkê dane xuya, girîngiya mangirtin û xwenîşandanên nerizayetiyê li dijî jehrîkirina dersxwan û xwendekaran li Kurdistan û Îranê û herwisa hewcehiya nemana Spaha Pasdaran, besîc û tev hêzên serkutker, di vê civînê de hatine gengeşekirin.

Beşdarbûyên vê civînê, tekez li ser berdewambûna danûstandinan li ser rewşa îroyî û şoreşê kirin.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

Partiya Komonîst a Kedkar ya Îranê

16ê Reşemeya 1401an

 7ê Adara 2023an