Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Annalena Baerbock: “Êrîşa mûşekî ya rejîma Îranê ji sînorên Îraqê ve, bo deverê metirsîdar e”

11:46 - 8 Adar 2023

Wezîra Derve ya Almaniyayê “Annalena Baerbock” di serdanekê de bo Îraqê, ragihand: “Nabe bi rejîma Îranê re îzin bê dan ku ji sînorên Îraqê ve êrîşê bike ser deverê û li ser dever û cihanê bibe bi gef.

Wezîra Derve ya Alamaniyayê“Annalena Baerbock”, roja Duşemî 16ê Reşemeya sala 1401an a Rojî di konferanseke hevpar a rojnamevaniyê de digel Wezîrê Derve yê Îraqê “Fuad Husên” got: “Êrîşên mûşekî yên rejîma Îranê ji sînorên Îraqê ve nayê qebûlkirin û ew êrîşane li ser xelkê û amariya deverê bûye gef”.

Herwisa navbirî gotiye: “Êrîşên mûşekî yên rejîma Îranê bi sedema tirsên ji serhildana gelên Îranê û bi sedema vê yekê ye ku rejîm dixwaze xwe li ser hemû civaka cîhanê de bisepîne; Komara Îslamî bi êrîşkirinên mûşekî, li ser canê xelkê deverê û cîhanê metirsiyê çê dike û divê rê ji xoseriyên vê rejîmê bê girtin.