Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Rabêrt Malî”: Îran divê dawî bi îdamkirina dijberên xwe bîne

13:40 - 1 Adar 2023

Nûnerê taybet ê Amerîka bo karûbarên Îranê, twîttera “Mîşil Teylor”, balyoza Amerîka li Şêwreya Mafê Mirovî a Netewên Yekgirtî, li ser îdamkirina xwenîşanderan careke din belav kir û nivîsî: “Divê rejîma Îranê dawî bi bikaranîna cezayê îdamê bo bêdengkirina xwenîşanderan bîne”

Navbirî di berdewamiyê de nivîsiye: “Amerîka tevlî 54 welatên din ên cîhanê bûye da ku li ser wan mijaran tekeziyê bike û Komara Îslamî şermezar bike”.