Me digel rêzdar Kawe Ahengerî çalakvanê siyasî li derheq arîşeyên di navbera Riza Pehlewî û neteweyên xery fars de hevpeyvîn pêk anî û navbirî got: “Arîşeya sereke ya navbirî hizr û berfirehiya hizrî ya wî ye.”
Hevpeyvîn: Hesen Mukerem
P: Rêzdar Kawe çima Riza Pehlewî nekarî digel Şêwreya ku di hizra wî de ye heta niha pêk bîne û pirsgirêk çi ne?
B: Di heqîqetê de cudahîbûna li Îranê, rengdaneveyek li opozisyonê de hebûye û bi wateyek din opozisyoneke pir reng jî heye. Ew opozisyona cuda heta niha ji hev du dûr û ne teba bûne, û lewma pêkanîna nêzîkatî û rêkevtin û hevbendî di navbera opozisyoneke wiha de kareke hêsan nine.
Sebebek din wedigere bi şiyan, lêzanîn, taybetmendiyên hizrî û siyasî yên Riza Pehlewî bixwe ku, dikarim wekî aliyê nerînî bas jê bikin. Ji bîra me neçe ku Riza Pehlewî heta niha nekariye di nav paşaxawazan de jî eniyek bêmînak û yekgirtî pêk bîne, çi bigihîje bi opozisyona pir reng. Di vê navberê de jî Hizb û aliyên yên siyasî xwedî reh û xwedî dîroka cemawerî ya weke Hizba Demokrat ku ne tenê nabe û nabe jî bikeve şûna Riza Pehlewî, û heta bigihîje bi navbirî ku dibe bi liberçavgirtina statûya siyasî û rêkxistinî ya partiyên Kurdistanê, bi awayeke lêhatî digel vê mijarê danûstandinê bikin.
P: Rêzdar Kawe, bi nerîna we çima dibe Riza Pehlewî helwesteke wiha tund û dûr li lojîk û an bêjên popolîsîtî li hember Hizba Demokrat de bigire berahîka xwe?
B: Arîşeya sereke ya navbirî hizr û berfirehiya hizrî ya wî ye. Navendgerayan bi giştî ji wan re dijwar e ku parvekirina desthilatê qebûl bikin û faktorên siyasî yên din yên weke Hizba Demokrat weke şirîkê hevpar yên xwe û wekî hev hesab bikin. Lewma dibînin ev şoreşa piştî kuştina keçeka Kurd û bi rêveberiya Hizbên Kurdistana Rojhilatê Îranê dest pê kiriye, ji bo wan giran e ku rêveberiya siyasî ya Hizbên Kurdistana Îranê bi giştî û Hizba Demorkat bi taybetî qebûl bikin. Sebebeke din jî wedigere ser cemawera wan kesayetiyên ku di heqîqetê de nek her Riza Pehlewî belku bi giştî di asta zanyariyên siyasî de jî nizim e. Her ji ber vê ye ku di nav welatekê de ku azadî tunebûye, demokrasî nebûye, azadiya gotinê nebûye, hizbayetî û xebata rêkxistinî bi şêweya yasayî û azadane nebûye, herwisa zanyariyên drust û guherîna hizr û diyalogê nebûye, popolîzim geşe dike û bazara vê xweş dibe. Ji ber vê ye bo Riza Pehlewî rihetir û bi zimaneke popolîstî mi`amile digel mijaran bike heta yên bigehîn.
P: Rêzdar Kawe, bi baweriya we Hizba Demokrat dibe çi siyasetekê bo derbasbûn ji Komara Îslamiya Îranê û azadiya Kurdistan û Îranê bide berahîka xwe?
B: Bigiştî Kurd û Hizba Demokrat jî bitaybet tenê yek rê li pêşiya wan e, ev jî berdewam bûn di xebat û têkoşînê de ye. Her ji ber vê yekê ye ger têda here an ji navçû jî, weke rewşekê bên hesab kirin û bêguman bijardeya Hizba Demorkat nine û nebûye, dema ku wisa ye dimîne xebat û berxwedanî. Wirda xebat girîngiyeke zêdetir peyda dike û HDKÎ dibe bi liberçavgirtina şêwaza xebata nû û karzan û bi mifahwergirtin li hêza neteweyên bindest, û herwisa pêkanîna hevbendiyê di navbera komarîxwazên bawermend û bi wekhevî û sîstemeke ne navengera, bi mebesta rûbirûbûna li hember Komara Îslamî, hêzê kom bike. Emê Kurd bi tena serê xwe Komara Îslamî bi me nayê herifandin, lê bi hêzeke bandordar di asta Îranê de bo herifandina Komar Îslamî. Her ji ber vê yekê ye bihêztirkirina hevbendiya xwe û pêkanîna eniyeke seranserî weke alitrinatîvê erka sereke ya HDKÎ ye di vê rewşa han ya hestyar de.
P: Gelo çima di rewşa niha ya Îranê de seltenetxwaz ku rewşa xebat û alîkarîkirina li dijî rejîma Îslamiya Îranê, neteweyên xeryî faris înkar dike?
B: Herçawan ku min li jorê jî qala vê yekê kir, hem wedigere bo kultûra siyasî û hem jî lawaziya neteweyên xery Faris di çawaniya mi`amilekirin digel navendgerayan. Û ji ber vê ye ku ev rewşa han ya niha berhema balansa hêz û kultûra siyasî û lawaziya me bixwe ye.
P: Rêzdar Kawe, bi nerîna we çima dibe Hizba Demokrat li hember gotinên Pehlewî de helwestekee wiha bigire û bi zelalî rabigihîne ku digel Pehlewî alîkariyê nake?
B: Bi baweriya min çend sedemên sereke hene:
Yekem, tepeserî û zilma dîrokî ya navendê li Kurdistan û Kurd di tev aliyan de. Kurdistan ciheke ku bi sebeba vê zilm û cudahiyê û piçûnkirina dîrokî kevtiye xebateke berdewam û rizgarîxwazane de ku ev jî bûye sedema pêkhatin û cihgirîbûna kultûr, bawerî û rêbazeke siyasî ku hizra rêniwîniya kesayetiyên siyasî bi giştî û hizbên Kurdistanî bitaybet.
Ya duyem evya ye ku Hizba Demokrat xîm û bingeha drustbûna îdareya Kurdistan û dabînkirina mafê netewayetî ya neteweya Kurd e. ji aliyekî din ve jî organa herî serwe ya Hizba Demokrat kongre ye ku wirda siyaseta giştî û bingehîn a pêdaçûnê bo hildikeve, an tê pesend kirin. Her ji ber vê ye ku heta vê demê siyaseta pesendkirî ya Hizba Demokrat guherînkarî bi ser de nehatiye û kesê yekem yê Hizba Demorkat jî perewî ji vê siyasetê dike.
Ya sêyem, Riza Pehlewî digel siyaseta fermî ya Hizba Demokrat gelek rêk nine û ji ber vê ye jî di heyama çend mehên derbasbûyî de, me çend caran dît ku kêmasî û heta curek bêrêzîkirin bi statûya neteweyên xery Faris di gotinên xwe de bas dikir û bi awayekî kêrnehatî diaxivt.
Ya çarem, şiyan û hişmendiya siyasî û neteweyî ya nifşa nû dibe ku bi awayekê bibiryar û bi mifah wergirtin li amûr û rêçareyên nû û gelek pirfeşinal di xebat û têkoşanê de be. Lewma ez li ser vê baweriyê me ku helwesteke wiha zelal vegotineke drust di rewşa niha ya me de ye.
P: Hizba Demokrat berî vê ku bas ji Demokrasî bo Îranê bike ji aliyê Kurdan ve pir hat rexnekirin, bi nerîna we Hizba Demokrat dibe tenê bo Kurdistanê hewl bide an bo tev Îranê?
B: Ev rexneyên han min pê drust û cihê xwe de nine, ji ber vê ku herçawan min li jorê jî qala vê kir, Hizba Demokrat û heta Kurd jî bigiştî nikare bi tena serê xwe rejîmê biherifîne da ku ev rejîma jî li desthilatê de be, Kurd bindest e û ev jî tenê xebata Demokratê nine. Lewma, dibe em di çend aliyan de hizr li jîngeha siyasiya xwe bikin û tev rehendên azadkirina Kurdistan û paşeroja Kurd li berçavbigirin.
Tekezîkirin li ser Demokrasî bo Îranê ti li şe`in û giranî û rewatiya pekêca mafê Kurdan kêm nake. Ji aliyek din ve jî hebûna gelên nasyar li derheq demokrasî û demokratê de, garantî û ewlehiya siyasî ya me Kurdan jî pir bilind dike.
Dema ku wisa ye nek bi vî awayî emê Îranê bixin pêş Kurdistanê belkû Demokrasî bo Îranê weke stratîjiyeke demdirêj û jîrane temaşe bikin ku bi qezenca Kurd e û bo ewlehiya statûya Kurd bi mifah e. lewma pir normal e ku wêrekiya tekezîkirin li ser mafê netewatiya me bas ji demokrasî bo Îranê jî bikin.