Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û Îsraîlê daxuyaniyeke hevpar li ser bernameya navkiya rejîma Îranê belav kirin

11:53 - 8 Adar 2023

Amerîka û Îsraîl, bi belavkirina daxuyaniyeke ragihandine ku dê rêgirî ji rejîma Îranê bikin ku nekare çeka navkî bi dest xwe ve bîne.

Şêwirmendê ewlehiya Koşka Sipî “Jake Sullivan” û Şêwirmendê ewlehiya Îsraîlê “Zachi Hangbi” piştî hevdîtin li Amerîkayê, daxuyaniyeke hevpar belav kirin û di vê daxuyaniyê de bo rêgirîkirin ji destpêregihîştina rejîma Îranê bi çeka navkî, tekezî li ser hevahengiya zêdetir di navbera Amerîka û Îsraîlê de kirine.

Pêka vê daxuyaniyê, wan du welatan bo sekinandina çalakiyên alozker ên rejîma Îranê di Rojhilata Navîn de gihîştine encamê.

Nûnerên Amerîka û Îsraîlê di vê hevdîtinê de tevî tekezkirin li ser zêdebûna hevkariya ewlehî di navbera wan du welatan de, ji pêşkevtina rejîma Îranê di bernameyên navkî de nigeraniya xwe dane xuya.

Rejîma Îranê bi meyandina Uraniyom bi tîratiya %83.7 li binkeya navkiya “Fordo”yê,  nêzî berhemanîna çeka navkî bûye û eger bikare heta tîratiya %90 Uraniyomê bimeyîne dikare çeka navkî berhem bîne.

Di vê derheqê de damezraveya “Zanist û Ewlehiyê ya Amerîka”yê di raporekê de belav kiribû ku rejîma Îranê di 12 rojan de dikare alavên hewce bo berhemanîna çeka navkî dabîn bike û di mehekê de zêdetir ji 4 bombên navkî berhem bîne.