Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

UNESCO: “Em gelek nigeranê jehrîbûna berfireh a keçan li xwendîngehên Îranê de ne”

11:50 - 9 Adar 2023

Rêkxirava cîhanî ya “UNESCO”yê ser bi Saziya Neteweyên Yekgirtî, nigeraniya xwe li derheq êrîşên gazî bo ser xweningeh û zanîngehên keçan li Îranê û jehrîbûna keçan, nigerasniya xwe nîşan daye.

Rêkxirava cîhanî ya “UNESCO”yê girêdayî Saziya Neteweyên Yekgirtî, roja 8ê Adar(March) ê de bi belavkirina “Twitt”ekê, tevî îşarekirin bi jehrîbûna keçan li xwendingeh û zanîngehên Îranê, daxwaza lêkolîn û berteknîşandana lezgîn bo parastina keçên dersxwan û xwendekaran û zivirîna keçên jehrîbûyî bo waneyên dersê kiriye.

Birêvebera Giştî ya “UNESCO”yê “Audrey Azoulay” got: “Ez gelek nigeranê jehrîbûna keçan li xwendigehên Îranê de me ku di wan 3 mehên derbasbûyê de qewimiye, ew binpêkirina mafê wan bo xwendin li ciheke ewleh de ye”.

Bi hezaran keç li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bi sedema êrîşên gazî li, dibistan, xwendingeh û zanîngehan de hatine jehrîkirin û heta niha 2 kes ji wan keçan canê xwe ji dest dane, rejîma Îranê heta niha ti rohnkirineke serast li derheq wan êrîşên kîmayî de nedaye û her carê wan êrîşan bi aliyeke dijberê xwe ve girê dide û heta niha ti kesek ji bikerên wan êrîşan binçav nekiriye.