Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 8`ê Adar(Mars)ê roja cîhanî ya jinê peyamek belav kir
Di beşek ji peyama Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê de hatiye: 8`ê Adar(Mars)ê bîranîna dîroka xebata jinan li hember desthilata serdest û dijî jinên cîhan û jinên Îranê, tevî vê ku jinê di çarçêveya cografiya Îranê de û çi li serdemê desthilatdariya malbata zêdexwaz a Pehlewî û çi li heyama 44 salên temenê rejîma Îslamiya Îranê de, ne tenê destpêkîtirîn mafên jinê binpêkirine û ji wan re rewa nezanîne, belku di bin siya van desthilatên nerewa de ti pêgehek bo jinê nehatiye hesabkirin, heta jin weke alava bazirganiyê hesab kiriye û ev dîtingeha kevinpereset jî li hizra paşveroya desthilata takekesî ya dîktatorên Îranê serçave wergirtiye û ev dîtingeha jî di bin siya bingehîn a tev dewrên desthilata sepandî bi ser wî welatê pir netewe de bi şêweya rasterast û nerasterast reng daye.
Lê, jinên Kurdistanê ku beşek in ji vê civaka pir neteweya Îranê, li dema ku Kurd dest bi şoreş kiriye bo mafên neteweyatiya xwe, wan jî bi berdewamî bo derbasbûn û rizgarbûn li vê rewşa sepandî de, xebat kirine û li hember edeta paşvero û yasaya kevinepereset a dagîrkerên Kurdistanê de kol nedane.
Herwisa di beşek din a vê peyamê de hatiye, em weke Yekîtiya Jinên Demorkat a Kurdistana Îranê, tevî rexnekirina vê pîlana qirê a rejîma xwe sepêner û dijî jin a Axûndî ya Îranê bo ser keçan di xwandingehan de, 8`ê Adar(Mars)ê ji hemû jinên cîhanê û bi taybet jinên azadîxwaz yên neteweyên hevçerx yên me li Îran û taybet pîrozbahiyek germ ji jinên bivêr û pêşeng ên xebata rewa ya neteweya me li şeqamên Kurdistanê re dibêjin, ku bi awayek bivêrane şeqam kirine çepereke negirtî li dijî dagîrkeran û bi kolnedanê rêberatiya wê xebat û şoreşê girtine dest.
Şoreşa Jînayê bi rêberatiya Jinên Kurdistanê heta gihîştin bi mafên rewa yên me berdewam e.
Bijî jinên wêrek û çeleng û rêberên şoreşa şeqamê
“Jin, Jiyan, Azadî”
Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê