Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 39 şirketên girêdayî rejîma Îranê dorpêç kir

10:53 - 10 Adar 2023

Roja Pêncşemî 18ê Reşemeyê, Ofîsa Kontrolkirina Darayiya Derve ya Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê, 39 damezraweyên ku veguhestina bi milyardan dolaran û dorpêçkirina sizayên Amerîkayê yên li ser rejîma Îranê hêsan dikirin, siza da.

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê, “toreke welatê Çînê ya piştevaniya çêkirin û şandina dronên Îranê bo Rûsiyê tehrîm kir û wê wezaretê daye zanîn, “ev tore li welatên cur bi cur yên wek Çîn, Hong Kong, Tirkiye, Sengapûr û hwd..., çalakî heye û yek ji çendîn sîstemên darayî yên neyasayî ye ku rê dide kompanyayên petrokîmyayî û pîşesaziyên neftê û herwiha çendîn beşên dadwerî yên Îranê, da ku bigihe bi sîstema darayiya navnetewî.

Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de daye zanîn: “Rejîma Îranê torên tevlihev ên dorlêdan ji sizayên Amerîkayê çê kiriye, ku tê de bikirên biyanî, serafî û bi dehan şîrketên din bi hev re alîkariya şîrketên Îranî yên hatinî dorpêçkirî dikin ku ji wan ji bo sipîkirina pere bikar tînin.”

Her pêka daxuyaniya wê wezaretê, şirketa bazirganî ya “Cênêral Bawî” û serafiya “Kambîz Nebîzade” ku cihgir e di Îranê de, bi sedema rola ektîv di wan danûstandinên sipîkirina pere de, hatine tehrîmkirin.

Di encama wê dorpêça Amerîkayê de, tevahiya darayiya wan şirketane ku di Amerîkayê de yan jî di kontrola kesên Amerîkayî de ne, dê bi giştî bêne bilokkirin.

Ji roja Çarşemî û Pêncşemî ve, eva duyemîn pekêca dorpêçên Amerîkayê li dijî rejîma Îranê ye; Roja Çarşemî 17ê Reşemeyê jî, hevdem digel roja cîhaniya jinê, Wezareta Xezanedarî ya Amerîkayê, çendîn kes û sazî ku di serkuta jin û keçên Îranê de rol hebûne, tehrîm kirin.