Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parlemana Swîsê bo piştevanîkirin ji gelên serhildêr ên Îranê gelaleyek pejirand

11:04 - 10 Adar 2023

Parlemana Swîsê bi 105 dengên erê, gelaleya piştevanîkirin ji gelên serhildêr ên Îranê pejirand.

Roja Pêncşemî 18ê Reşemeya 1401an a Rojî, parlemana Swîsê piştî derbasbûna çend mehan, li dijî rejîma Îslamî ya Îranê gelaleya piştevanîkirin ji gelên Îranê pejirand.

Ew gelaleye piştî erêkirin ji aliyê encûmena Pîran a Swîsê ve, dê bikeve qonaxa cîbicîkirinê.

Ev biryare dê dewleta Swîsê neçar bike ku pêbendê hemû dorpêçên Yekîtiya Ewropayê yên li dijî rejîma Îranê be.

Di dawiya sala 2022an de, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat “Mistefa Hicrî”, li serdanekê bo parlemana Swîsê ku ji aliyê fraksiyonên parlemana vî welatî ve bi fermî hatibû gazîkirin, daxwaz ji parlemantarên Swîsê kiribû ku piştevanî ji gelên Îranê bikin û hewlê bidin di siyasetên xwe yên digel rejîma Îranê de pêdeçûnê bikin.

Her wê demê û piştî derbasbûna çend demjimêran ji axaftinên rêzadar “Mistefa Hicrî” digel parlemantarên Swîsê, ew gelaleye ji aliyê “Fabiyan Molîna” di komîsiyona Pêwendiyên Derve yên Swîsê de hate amadekirin û piştî çend mehan, bi 105 dengên erê hate pejirandin.