Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hilkefta 8ê Marsê li bajarê Stavangra Norwêjê xwenîşandanek bi rê ve çû

11:34 - 10 Adar 2023

Ji aliyê hêzên siyasî yên Norwêjê yên li bajarê Stavangra Norwêjê, xwenîşandanek bi hilêkefta 8ê Mars roja cîhaniya jin, hate lidarxistin û Kurdistanî û Îraniyên rûniştiyên Norwêjê di vê xwenîşandanê de beşdarî kirin.

Roja Çarşemî 17ê Reşemeya 1401an a Rojî, li bajarê Stavangira Norwêjê, bi hilkefta 8ê Marsê, roja cîhaniya jin, xwenîşandaneke berfireh hate lidarxistin; Herwisa Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li devera Roglanda bajarê Stavangir di vê xwenîşandanê de beşdarî kir.

Di vê xwenîşandanê de kurdên rûniştî yên vî bajarî bi giştî û endamên Hizba Demokrat bi taybetî, bi hêmayên Kurdî, alaya pîroz a Kurdistanê, wêneyên “Jîna”yê û wêneyên taybet bi 8ê Marsê û dirûşma “jin jiyan azadî” yê, beşdarî kirin.