Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji Hezar û 200 keç li dibidtan û xwendingehên Îranê de jehrî bûne

17:58 - 1 Adar 2023

Jehrîkirina keçên dersxwan û dibistanî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de gelek zêde bûye û li çendîn dibistan û xwendingehan de li bajarên “Tehran, Perend, Erdebîl û Kirmaşanê de keçên dersxwan û dibistanê jehrî bûne.

Zêdetir ji Hezar û 200 keç li dibisdtan û xwendingehên Îranê de jehrî bûne û nûnerên meclîsa rejîmê û berpirsên rejîma Îslamiya Îranê tevî ku xwe di vê derheqê de bi berpirsiyar nizanîn, vê yekê dixin stûyê dujminan.

Li bajarê Kirmaşanê, xwendingeha keçan a “Sipêhrê Misbah”, li Erdebîlê xwendingeha keçan a “Îfaf” û li bajarê Tehranê xwendingehên “Behar, Beharana Dadman û Mê`irac” û çendîn xwendingehên din li Tehran û bajarên din de keçên dibistanî û dersxwan jehrî bûne.

Herwisa li zanokya Azad a bajarê Burûcêrdê de jî xwendekarên vê zanîngehê jehrî bûne.

Pêka gotina navendên tendirûstî yên rejîma Îranê, heta niha zêdetir ji Hezar û 200 dersxwan jehrî bûne ku bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.