Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakvanekî jingehê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hate binçavkirin

12:16 - 10 Adar 2023

Endamekî “Encumena Kurdistana Sewz” yê bi navê “Aram Saidmûçişî” yê xelkê bajarê Sinê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve li bajarê Sineyê hate binçavkirin.

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye ku ew welatiyê Kurd, roja Duşemî 15ê Reşemeyê, ji aliyên hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin.

Herwisa “Kurdpa”yê belav kiriye ku “Aram Saidmûçişî” bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên serkutker ên ewlehiya rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha îdareya Îtilaat a rejîmê li bajarê Sinê hatiye veguhastin.

Ew çalakvanê Kurd ji mafê parêzer û hevdîtin digel malabata xwe hatiye bêparkirin û navbirî tenê kariye bi rêya pêwendiyeke kurt a telefonî ve, malbata xwe agehdar bike ku ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.