Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tolhildana rejîma dîktator ji keçên şoreşvan û pêşeng

23:08 - 10 Adar 2023

N. Nûredîn Sofîzade

Pirsa jehravî kirina keçên xwendekar û qutabiyên seranserî yên Îranê ji rêka êrîşa biyolojî ji aliyê rejîma Îranê ve bo ser xwendingehên piraniya bajaran, bûye mijareke herî balkêş û germ di nava medyayên cîhanî û raya giştî de û bûye sedemê nîgeraniya kûr a xelkê Îranê û saziyên berevankar yên mafê mirovî.

Ya rastî be û bo hemî xelkê azadîxwaz yên Îranê rohn û eşkereye ev ku, rejîma dictator a Îslamî ya Îranê bi biryara rastevxwe ya Elî Xamineyî yê dîktator wan cinayetên hov encam dane û bi armanca tolhildan ji xelkê serhildayî û azadîxwaz yên Îranê û bi taybetî sizadan û tol standina ji keçên xwendekar û qutabiyên şoreşvan û pêşeng ên şoreşa Jin Jiyan Azadî êrîşa terorîstiya biyolojî kirine ser sedan xwendingehan û bi vê hegerê ve Hezaran keçên xwendikar û qutabî jehravî bûne û mixabin heya niha qurbanî jî jê kevtine.

Rejîma hov û dictator a Îslamî ya Îranê ku niha heya qasekê şeqaman aram dibîne, lewma kevtiye fikra tol hildana ji şoreşvanên çend mehên derbasbûyî ku bi girseya berfireh ya serhildana xwe kelha dîktatoriya wilayeta feqîh paldabûn ser lêva kendalê sernixûniyê.

Rejîmê çima û bi çi armancekê bi dijî keçan ev êrîş destpêkiriye û mebesta serkeya rejîmê ji terora biyolojî bo ser qutabxane û zankoyan û jehravî kirina keçan çiye?

Rejîm tola van rojan ji keçan diveke ku keçên pêşeng û şoreşvanên seranserî Îranê û bi taybetî li xwendingehan de, wêneyên Xumeynî û Xamineyî û hêmayên rejîmê li ser dîvarên polên xwendinê tînane xwarê û didirandin û dişevitandin, û der û dîvarên qutabxane û zankoyan bi durişmên Jin Jiyan Azadî û merg û neman bo dîktator dixemilandin.

Rejîm dixwaze tola wan deman li jin û keçên şoreşger û azadîxwaz û pêşeng yên serhildana Jin Jiyan Azadî holde ku li ser qada şeqaman govenda azadiyê dikirin û Laçka destê zorê ya ser serê xwe vêde birin û kirin desmal serçopiya govendê û piştire diavêtn ser Agir, daku peşqelê agirê şoreşa bi dijî dîktatoriyê pê bilind û geş bikin.

Bi taybetî ji bilî tol hildanê, rejîm ku dizane li wî heyamî de çen bone weke 8ê Ada(Mars)ê roja cîhanî a Jinan, Çarşema sûrî û cêjna Newrozê pêşa xelkê ne, ji vê hindê ditirse û nîgerane ku xelk bi van hilkevtan birijne ser şeqaman û girkana pendavxwariya xelkê vêzar bûyî û azadîxwaz biteqe û agirê vê tex û bextê dîktatoriyê bişevitîne, lewma rejîm bi vê êrîşa madeyên kîmiyayî bo ser keç û jinên pêşeng û bi taybetî li xwendingehan de, jêveye ku dê heta qasekê bikare xelkê bi vê arîşê ve mijûl bike.

Ji aliyeke din ve jî ku, xelkê serhildayî yên Îranê çavnhêr û benda çêkirin û pêkanîna hevalbendî û bi taybetî Altirnatîvê ji aliyê hêz û aliyên siyasiya opozîsyonê li derveyî welat in, û heya niha jî mixabin çi encameke dilxwaza xelkê jê nekevtiye, rejîm vê yekê bo xwe bi derfeteke zêrîn dizane heta ku bi pîlanên qirêj yên xwe rewşa xelkê xirabtir bike daku xelkê ji pêşerojê bê hêvî bike û wan ji cehdên opozîsyonê dilsar bike.

Ger rewş wiha ye û em dizanin pîlanên rejîmê ji bona rawestandin û betal kirina şoreşê hekî bo demeke kurt be jî çi nine , êdî rêçare çiye û erkê xelkê azadîxwaz û hêz û aliyên siyasî çiye û li hember pîlanên rejîmê de dibe çi bkin?

Xelk divê bi bê dudilî û bi êkitî û yekrêziya xwe, di vê qonaxê de ji keç û jinên welat xwedî derkevin ku niha kevtine ber kerb û kîn û tolhildana rejîmê, ku di çend rojên derbasbûyî de hezaran keçên xwandekar û qutabî li seranserê welat ji aliyê rejîmê ve bi gaza kîmiyayî hatine jehravî kirin, mixabin heta niha renge tenê malbat û dayîk û bavê wan keçan dengê nerizayetiya xwe bilind kiribin.

Vir de hewce ye em çend pirsan ji xwe bikin

Gelo ma xwîna keça Kurd a bi navê Jîna nebû sedema serhildana ji Kurdisanê ve û piştre pêlên xwe havêtne seranserê Îranê?

Gelo ma hêz û aliyên siyasî û pêşeng yên xebata rizgarîxwaziya Kurd nebûn ku bi daxuyanî û biryara xwe hemî xelkê Kurdistanê bînin ser şeqaman?

Niha ku rejîm heya qasekê şeqaman hêmin dibîne û wisa dide xûyakirin ku şoreş tê şikandiye, û hevdem kevtiye tolhildanê û siza dana şoreşvanan û bi taybetî êrîşa kîmiyayî dike ser keç û jinên welat , bi taybetî ev êrîş li ser zanko û qutabxanan e, çima binav opozîsyona deshilatxwaza derveyî welat, nikare û nevêre û xwere nabîne kû daxuyaniyekê belav bike û ji xelkê bixwaze li hember kiryar û cinayetên rejîmê de xwenîşandanê bikin, manê bigrin yan her nebe daxwazê ji xelkê bike ku zarokên xwe ji bona parastin li hember jehrawî kirinê de nehinêrne qutabxanan?

Erê gelo ev nîgeranin ku nebûna hêz û pêgeh û nifûza wan di nava xelkê de aşkera be?

Yan dîsan çavnhêr û bendêne ku bi dirûşma “Kurdistan Çeşm û Çiraxê Îran” li Kurdistanê û ji aliyê hêzên Kurd û Navenda Hevkarî ve daxuyanî bê dan û piştre ev jî bên siwarê pêla serhildanê bibin?

Ev opozîsyona tavawiyet xwaz ku tenê cih girtina rejîma Komara Îslamî dixwaze, ma heya niha û bi taybetî li germe germa şoreşê de, çavê vê hêza bê mînaka Kurdan û Belûçan û netewên din dît?

Ma her ev binav opozîsyona nebû ku şert û merc dadinan û bi xeyala xwe li ser textê deshilata Tehranê didît, ku înkara hemî azadiyeke siyasî, mafên Netewan, ziman, çanda wan dikir û li Losancilisê ve digot yek Ala Yek Xak, yek Ziman?

Di dawiyê de divê em vê rastiyê bibînin ku ger wiha here pêş rewş bi qazancê rejîmê diçe pêş, lewma divê ji bona serxistina şoreşê û sernixûniya rejîma Wilayeta Feqîh û pêşî girtin ji hatina ser kara rejîmeke din a dîktator û navendgera, ev cehdane bên kirin û berçav girtin.

Xelkê navxwe yê welat bi hemî cudahiyên netewî, Olî, Çandî, Îtnîkî, Qatî, Tixmî, û Cinsiyetî, divê ji heçî demê zêdetir yêk deng û yêk rêz bin.

Şoreşê divê bi heçî awayekê mumkin bidomînin.

Xelk divê heçî pîlangêriyên rejîmê ji bona têk şikandina şoreşê, bûç û aşkera bikin.

Xelk bi awayekê yekgirtiyane ji hevdu xwedî derkevin.

Bi taybetî xelkê azadîxwaz li hember kîmiyayî lê dan li jin û keçan û tolhildana rejîmê ji şoreşvana ji hevdu xwedî derkevin û qurbaniyan û malbatên wan bi tenê nehêlin.

Ya ji hemiyan girîngtir eve ku opozîsyon bi hemî cudahî û rengên xwe ve divê hevbendiyekê çêbike, daku rejîm nekare mifahê ji nebûna yekîtiya di navbera opozîsyonê de bi qazancê xwe mifahê vergire.

Bê guman hingeye ku şoreş dê serkeve û hêvî û xweziyên kevnar yên xelkê roj reşe Îranê dê bidestve bên û dikarin bihevre deshilateke demokratîk û sikolar û federal ava bikin ku her kesek xwe têda bibîne û bigehe mafê berheq yê xwe.