Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cawîd Rehman: Kiryarên Komara Îslamî li serkuta

10:31 - 11 Adar 2023

xwenîşanderan divê ku di asta tawanên navnetewî de bin

Cavîd Rehman, Raportorê Taybet ê Mafê Mirovî yê Saziya Navnetewî li karûbarê Îranê, di raporta xwe de bo Şêwreya Mafê Mirovî ya Saziya Netewên Yekgirtî, bi belgekirina girtin, îdamkirin, dadgehkirina nimayişî, îşkencekirin û reftarên neguncaw digel xwenîşanderan di Îranê de ji berpirsên Koamara Îslamî xwastiye ku tevahiya wan reftaran bisekînin.

Cawîd Rehman di rapora xwe de, tevî vê ku îşare bi girtin û kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî kiriye, gotiye ku pêla xwenîşandanê di 160 bajaran û 32 parêzgehên Îranê de li xwe girt.

Navbirî dibêje, berpirsên hikûmî bi cihê vê ku lêkolîneke serbixwe û rohn li derheq kuştina Jîna Emînî bikin, her şaşiyekê li dijî xwe red dikin û îdia dikin ku Jîna bi sedema nesaxiya dilê canê xwe ji dest daye.

Bi gotina Cawîd Rehman, xwenîşander ji temen û regezên cur bi cur û ji pêkhateyên cuda yên etnîkî, zimanî, olî û civakî-aborî bi hev re li dijî cudatîdanîn û tundûtîjiyên hikûmetê rawestan û daxwaza herifîna sîstema dîktatorî ya hikûmeta olî li Îranê kirin.

Cawîd Rehman di rapora xwe de behsa amara şehîdên serhildana seranserî kiriye û daye zanîn, di wê xwenîşandanê de aliyê kêm 476 xwenîşander ji wan 64 nûciwan û 34 jin hatine kuştin.

Cavîd Rehman tekezî kiriye ku berfereh û aliyên serkutê, azar û binpêkirina mafê mirovî ji wan kuştin, bêserûşûnkirina bi zorê, îşkencekirin û destdirêjîkirin li ser xwenîşanderan ew qas in, ku dikarin di asta pêkanîna tawanên navnetewî û bi taybetî tawanên dije mafê mirovî de cih bigirin.