Hevjîna rêberê şehîd “Dr. Ebdulrehman Qasimlo” Sekreterê berê yê PDKÎ, Hêlên (Nesrîn) Qasimlo, koça dawiyê kir.
Roja Înê 19ê Reşemeya 1401an a Rojî, “Hêlên Qasimlo” hevjîna şehîd “Dr. Qasimlo” ku di nav pêşmerge û têkoşerên Hizba Demokrat de bi “Xwîşke Nesrîn” binavbang bû, di temenê 89 saliyê de li bajarê Parîsa Feransê koça dawiyê kir.
Rêzdar “Hêlên Qasimlo” di pirtûka xwe ya bi navê “Ewropiyek di welatê Kurdan de” bi îşareyek hûr li jiyan û biserhatiyên xwe li qonaxên dijwar ên dîroka xebata Kurd di Îranê de kiriye.
Navenda Ragihandin a Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê tevî sersaxîdan bi malbata “Hêlên Qasimlo” û malbata mezin a Demokrat, radighîne ku dê paşê Navenda Birêveberiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di vê derheqê de dê daxuyaniyekê belav bike.