Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakî li dijî rejîma Îranê li ser şeqamên Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam in

12:00 - 11 Adar 2023

Li bajarên Mihabad, Xuremava, Tehran, Benderebas û çendîn bajarên dinê, li dijî rejîma Îranê li ser şeqaman çalakî hatine  lidarxistin û şoreşa “Jîna”yê hate berdewamkirin.

Roja Înê 19ê Reşemeyê, di bajarê Mihabadê de ciwanên serhildêr careke din rijiyane ser çeqaman û bi hilkirina agir şeqam daxistin û li dijî rejîma Îranê dirûşmên wek “bimre dîktator, bimre besîcî û Spaha Pasdaran” dan û şoreşa “Jîna”yê berdewam kirin.

Herwisa di bajarê Xuremavaya Luristanê de jî, ciwanên şorêşgêr li ser dîwarên bajar dirûşmên “Jin jiyan azadî, şoreşa Jîna berdewam e, bimre Xamineyî û Xamineyî qatil e” nivîsîn.

Di bajarê Benderebasê de jî, ciwanan bi koktêl molotofan êrîş kirine ser binkeya besîcan a “Rîga” û şewitandin.

Herwisa di çendîn bajarên Îranê de jî, li ser dîwaran dirûşmên cuda li dijî rejîma Îranê hatine nivîsandin û wîne û benêrên Xamineyî li ser şeqaman hatine şewitandin û herwisa şevane li çendîn taxên bajarê Tehranê jî, dengê “bimre Xamineyî û bimre dîktaror” tê bihîstin.

Tevî vê ku rejîma Îranê bi hemû awayekî dixwaze dengê azadîxwaziyê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bifetisînin, lê dengê azadixwaziya serhildêran ji Rojhilatê Kurdistan, Belûçistan û hemû cihên din ên Îranê ve her bilind e û heta herifîna rejîma Îslamî ya Îranê dê berdewam be û hêzên serkutker ên rejîmê li hember serhildêran morela xwe ji dest dane.