Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Em bi dax û keserê ve radigehînin ku rêzdar “Hêlên Krolîş” naskirî bi “Nesrîn Qasimlo”, hevjîn, heval û hevbîra Dr. Qasimlo, Sekreterê berê yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û rêberê bi nav û deng yê tevgera Kurd li Kurdistana Îranê û xebatkarê naskirî yê azadî û demokrasiyê, êvareya roja Înê 10ê Adara 2023an (19ê Reşemeya 1401an a Rojî), bi sedema bi temenî û nexwşiyê di temenê 89 saliyê de li bajarê Parîsa Feransayê koça dawiyê kir.
Em bi vê hilkefta bi xem, tevî vê ku bi sedema koça dawiya wê kesayetiya rêzdar xembar bûn, em sersaxiyê dibêjine Rêberiya Hizba Demokratê û hemû kesûkar, xizm û dostên rêzdar Nesrînê û tev têkoşerên Demokrat û civaka dilşewitî û emegnasên xelkê Kurdistanê û em xema jidestçûna “Nesrîn xan”ê bi xema hemû aliyekê dizanin.
Rêzdar “Nesrîn Qasimlo” li sala 1312an a Rojî, li bajarê “Prag”a paytexta “Çêkûslovaki”ya berê ji dayîk bibû û xwendina xwe ya zanîngehê di vî bajarî de dest pê kiribû û her di serdemê xwendinê de digel rêberê nemir “Dr. Qasimlo” hevnas bûn, ku Dr. Qasimlo jî wê demê li vê zanîngehê di salên dawiya desrxwandina de bû; Paşê wê hevnaskirinê, li sala 1952an (1331 a Rojî), wan jiyana hevpar pêk anîn û rêzdar “Nesrîn Qasimlo” ji vê demê ve heta dawiya jiyana xwe digel Kurd, xebat û tevgera rewa ya wê jiya û hêviya azadî û gihîştina Kurd bi mafê netewayetî koça dawiyê kir û di rastiyê de qedera xwe digel qeder û xebata Kurd girêda.
Emegnasiya rêzdar “Nesrîn Qasimlo” bi rêbaz û Hizba Dr. Qasimlo re ku Hizba Demokrat di hemû salên piştî şehîdbûna “Dr. Qasimlo” jî berdewam û berçavc bû, ti carî çi li jiyan û çi li derbaskirina rojane ya jiyana xwe de û çi li bîrûbawera xwe ya demokratane de li Hizba “Dr. Qasimlo” mewda negirt û Hizba Demokrat jî, ew ji bîr nekir; Nesrîn xanim tevî Dr. Qasimlo hemû ew pirsgirêkên jiyana nihênî li bajarê Tehranê û avarebûn li Îraqê û piştre li Ewropayê bi dil vergirt û di vebîranînên xwe de li pirtîka “Ewropayiyek di welatê Kurdan de”, jan û azarên jiyana xwe bas kiriye.
Berhema jiyana rêzdar “Nesrîn Qasimlo” digel “Dr. Qasimlo”, du keçên bi navên “Mîna û Hîwa”yê ye, ku wan jî bi sedema erkê xebatkariya “Dr. Qasimlo” gelek bi kêmî bavê xwe didîtin. Mana heyam bi heyam a “Nesrîn”ê li çiya û hebûna wê li rex Dr. Qasimlo û nasîna pêşmerge û jiyana şoreşgerane ya wan ji nêzîk ve, hem Nesrîn xanim di dilê pêşmerge û têkoşerên Demokrat de cih girt û hem têkoşerên Demokrat û xelkê Kurdistanê û hêviyên wê netewê dil, hizir û mêjiyê “Nesrîn”ê bo hertimî zindî ragirtibû.
Em careke din û bi navê Rêberatiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, hevxemiya xwe bo jidestdana rêzdar “Nesrîn”ê didin xuya û yad, nav û zehmetên wê bo hertimî di bîr û yada xwe de dihêlin.
Riha wê şad û bi hêviya bidestvehatina xweziyên wê
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Navenda Birêveberî
20ê Reşemeya 1401an a Rojî
(11 Adara 2023an)