Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê “Bafil Celal Talibanî”, di peyamekê de hevxemiya xwe bo koça dawiya “Hêlên Qasimlo”, naskirî bi “Nesrîn Qasimlo”, hevjîna şehîd “Dr. Ebdulrehman Qasimlo” ragihand û got: “Hêlên Xanim piştevaneke hertimî û dosteke dilsoz a xebata gelê Kurd û mafên rewa yên Kurd bû”.
Deqa peyama wiha ye:
Ez hevxemiya xwe bo koça dawiya “Hêlên Qasimlo” naskirî bi “Nesrîn Qasimlo”, hevjîna şehîd “Dr. Ebdulrehman Qasimlo” radigehînin.
“Dr. Qasimlo” navek xuya û serkirdeyekî jibîrnekirî yê dîroka xebata Kurdayetiyê ye. Di bûyerên siyasî yên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de roleke berçav hebû û bi bîr û bawera şoreşgêrî û dilsozaneya xwe ve, dîrokek pir ji şanazî û serwerî bo xwe tomar kir.
“Hêlên” Xanim a hevjîna wî jî, piştevaneke hertimî û dosteke dilsoz a xebata gelkê Kurd û mafên rewa yên gelê Kurd bû.
Riha “Hêlên Qasimlo”yê şad be û bîr û yada “Dr. Qasimlo” jî bo hertim bilind be.
“Bafil Talibanî”
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê