Parêzgarê Silêmaniyê, Dr “Heval Ebûbekir” bi hilkefta koça dawiya “Nesrîn Qasimlo”, hevjîna şehîd “Dr. Ebdulrehman Qasimlo” peyameke sersaxiyê belav kir.
Deqa peyamê wiha ye:
Ez li ser navê Parêzgariya Silêmaniyê, ji bo koça dawiya rêzdar û ezîza me “Nesrîn Qasimlo”, hevjîna şehîd “Dr. Ebdulrehman Qasimlo” sersaxiyê dixwazim.
Em ji Xwedayê mezin daxwazê dikin ku aramiyê bide me hemûyan û ruhê wê rêzdarê jî li Biheştê be.