Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojhilatê Kurdistan; Di serhildana Jînayê de aliyê kêm 134 xwenîşander şehîd bûne

10:32 - 12 Adar 2023

Ajansa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê dawî amara şehîd, birîndar û binçavkiriyên xwenîşanderên serhildana Jînayê li Rojhilatê Kurdistanê belav kiriye û daye zanîn di nav serhildana Jînayê de aliyê kêm 134 xwenîşander li bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatine şehîdkirin.

Hengawê awayê şehîdbûna wan serhildêrane belav kiriye ku ev jî wiha ye: “Bi teqeya rasterast a hêzên rejîmê 114 kes hatine şehîdkirin; di bin îşikenceya hêzên rejîmê de 9 kes hatine şehîdkirin; hêzên rejîmê bi lêdana batoman 6 kes şehîd kirine; hêzên rejîmê bi lêdana kêrikê kesek şehîd kirine; bi gaza rondikrêjê kesek hatiye şehîdkirin; hêzên rejîmê bi maşînê dane ser kesekê û şehîd kirine; kesek hatiye îdamkirin û kesek din jî bi şêwazek nexuya hatiye şehîdkirin.

Ajansa Mafê Mirovî ya Hengawê belav kiriye ku di nav wan xwenîşanderên şehîd de 6 xwenîşanderên jin û 13 zarok û nûciwan hebûne.