Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistana Îranê bi hilkefta koça dawî ya “Nesrîn Qasimlo” hevjîna şehîd “Dr. Qasimlo” peyamek belav kir.
Deqa peyamê wiha ye:
Mixabin em roja Înê 19ê Reşemeya 1401an a Rojî, hatine agehdarkirin ku hevjîna emegnas a rêberê me yê şehîd “Dr. Qasimlo” di temenê 89 saliyê de li bajarê Parîsê koça dawiyê kir.
Bi vê hilkeftê Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, malbata xwedêjêrazî û hemû gelê Kurd û ji Xwedayê mezin dixwaze ku riha wê bi Biheştê şad bike.
“Hêlên” Ewropiyek li welatê Kurdan, naskirî bi “Xwîşke Nesrîn” hevjîna şehîdê rêber “Dr. Qasimlo”, bi salên dûr û dirêj ji temenê xwe, mil bi milê rêberê me di Kurdistanê de jiya û di hemû xweşî û dijwariyên ser rêya xebata rewa ya gelê me de beşdar bû, lê heta carekê jî gazinde û rexne negirt, dev jê beneda û paşekêşe nekir, bo bidestveanîna armancên rêberê me yê şehîd, bi berdewamî li çiyayên Kurdistanê de digeriya; “Xwîşke Nesrîn”ê di pirtûka xwe ya bi navê “Ewropayiyek li welatê Kurdan” îşare bi wê jiyanê û biserhatiyên xwe dike ku di Kurdistanê de li hember derkevtiye.
Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistana Îranê
20ê Reşemeya sala 1401an a Rojî