Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“AFAD”ê dawî amara qurbaniyên erdheja “Mereş”ê belav kir

11:14 - 12 Adar 2023

Serokê Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD)ê li derheq amara qurbaniyên erdheja Bakurê Kurdistan û Tirkiyê gotiye: “Di erdheja 6ê Şibatê, li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de 47 hezar û 975 kesan canê xwe ji dest daye.

“Yûnis Sêzer” Serokê “AFAD”ê daye zanîn, ku di erdheja “Mereş”ê ku 11 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê li xwe girtibûn 47 hezar û 975 kesan canê xwe ji dest dane.

Di vê amarê de hatiye ku 6 hezar û 278 hevwelatiyên Sûrî yên avare di erdheja Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de bûne qurbanî.

Herwisa pêka daxuyaniya “AFAD”ê li herêma erdhejê de hejmara welatiyên di nav kantîner û xîvetan de dimînin derdora 1 milyon û 800 hezar kesî ye.

Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi pileyên 7.7 û 7.6  rîxterî ku navenda wan bajarê Mereşa Bakurê Kurdistanê bû, û parêzgehên wek Mereş, Dîlok, Semsûr, Riha, Amed, Meletî, Kilîs, Hatay, Osmaniye, Edene û Xarpêtê li xwe girtibû, bû sedema canjidestdana 10an hezar kesî.