Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyek naskirî yê devera Somayê koça dawiyê kir

12:18 - 12 Adar 2023

Mamoste Nûrmihemed Kerîmî, kesayetiyek naskirî û welarparêz yê devera Somayê bi sedema bi temeniyê li bajarê Urmiyê koça dawiyê kir.

Mamoste Nûrmihemed Kerîmî kurê xwedêjêrazî “Mela Eladîn Kerîmî” û xelkê gundê “Hesenî” yê ser bi devera Somaya bajarê Urmiyê, bi sedema bi temeniyê li bajarê Urmiyê koça dawiyê kir.

Xwedêjêrazî “Nûrmihemed Kerîmî” yek ji kesayetiyên devera Somayê û malbata mezin û naskirî ya “Kerîmî” bû.

Malbata “Kerîmî” di devera Somayê de bi malbateke welatparêz û xwediyê şehîd û xebatkarên Hizba Demokrat tê naskirin. Mamê Mamoste “Nûrmihemed” yê bi navê şehîd “Fetila Kerîmî” naskirirî bi “Fetê” yek ji kadrên bi wec û jêhatî yê Hizba Demokrat bû ku di sala 1364an de bi awayekî terorîstî hate şehîdkirin.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbata Kerîmî û kesûkarên mamoste “Mela Nûrmihemed Kerîmî” û xwe bi şirîkê xema wan dizane