Komîteya Navendî ya Komeleyê bi hilkefta koça dawiya hevjîna şehîd “Dr. Qasimlo”, rêzdar “Nesrîn Qasimlo”yê, bi belavkirina peyamekê hevxemiya xwe ragihand.
Deqa peyamê wiha ye:
Bi dax û kesereke gelek zêde ve, di 10ê Adara 2023an de xanima “Hêlên Krolîş” naskirî bi “Hêlên Qasimlo”, hevjîna “Dr. Ebdulrehman qasimlo” Sekreterê berê yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û yek ji rêberên tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, bo hertimî xatir ji me xwest û em hemû xembar kirin.
Xanima “Nesrîn Qasimlo”, piştevan, hander û dilsoza xebata gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bû; Her lewma me hemûyan hevrê û piştevaneke mezin ji dest da.
Komîteya Navendî ya Komeleyê, sersaxiyê dibêje malbata xanima “Nesrîn”ê û bi taybet keçên wê “Hîwa û Mîna”yê, kesûkar û heval û Hizba Demokrat û tev xelkê Rojhilatê Kurdistanê û xwe bi hevparê xema we dizane.
Sekretariya Komîteya Navendî ya Komele
11ê Adara 2023an a Zayînî
20ê Reşeme 1401an a Rojî