Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama rêzdar Mistefa Hicrî bi hilkefta koça dawî ya Nesrîn Qasimloyê

16:31 - 12 Adar 2023

Rêzdar Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya PDKÎ, di peyameke hevxemiyê de bi hilkefta koça dawî ya rêzdar “Nesrîn Qasimlo”, ragihandiye: “Jiyan û serpêhatiya Nesrîn Xanimê sembola jiyaneke şoreşgêrane ye”.

Deqa peyamê wiha ye:

Derheq koça dawiya rêzdar Nesrînê, ez sersaxiyê dibêjime malbat û kesûkar, bi taybet Hizba Demokrat û xwe û xelkê azadîxwaz ên Kurdistanê.

Koçkirî Nesrîn Xanim, tevî vê ku hevjîna rêberê mezin ê Hizba Demokrat, şehîd Dr. Qasimlo bû, kesayetiyeke mirovdost û xebatkareke bi wec û diyar bû ku heta dawiya jiyana xwe, dostê Hizba Demokrat û piştevan û alîgirê tevgera netewî-demokratîka netewa me ma. Ev taybetmendiyane wisa kiribû ku Xatû Nesrîn di hemû korr û kombûn û rûniştin û nemaze digel Rojavayiyan de, zimanhalê Hizba Demokrat û tevgera Kurd be.

Serpêhatî û derbasbûyiya xebatkarane ya Xatû Nesrîn, pir e ji cangorî û jixwederbasbûyî û bi watayek din sembola jiyaneke şoregêrane ye; her lewma di qonaxên cuda cuda de, çi li serdemê çiya û çi li serdemê jiyana dereve û heyamekê jî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, mil bi milê rêberê me yê şehîd, sîmayeke şoreşgêrane ji xwe nîşan da û wek xebatkar û pêşmergeyeke bi reftar û bi emeg, beşeke zêde ji temen û jiyana pir ji şanaziya xwe, terxanê şoreş û tevgera Kurdistanê kir.

Di serdanên xwe yên derveyî welat de, hemû demekî ez bi dîtina wê kêfxweş dibûm, yekem pirsa wê rewşa Hizba Demokrat û hevçeperên wê bû. Her tim bi dilek tijî hêvî û bi bawereke geş û kesayetiyeke bedew ve, dibû sedemê dilgermiya me hemûyan.

Koça dawî ya rêzdar Nesrînê, nûçeyeke dilêş e, lê kesayetiya wê ya bilind û reftara wê ya mirovdostane, mîratek nemir û hêjayê jêfêrbûnê ji bo Hibza Demokrat û tevgera netewî ya Rojhilatê bicih hêlaye.

Koça “Ewropiyek li welatê Kurdan” em xembar kirin, ez bi vê boneyê sersaxiyê li xwe û malbata rêzdar Nesrîn û keçên wê û hemû hevçeperên wê li Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê dikim.

Riha wê şad be

Mistefa Hicrî

21ê Reşemeya 1401an a Rojî