Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxwaza Navenda Berevankara Mafê Mirov bo lêpirsîn ji cinayetên rejîma Îranê

09:42 - 2 Adar 2023

Navenda Berevankara Mafê Mirov di nameyekê de bo Komîseraya Bilind ya Mafê Mirov a Saziya Navneteweyî ragihandiye ku: Jehrîbûna bikom a dersxwanan li xwandingehên keçan li Îranê de bi armanca afirandina tiresê di nav malbatan de ye da ku malbata zarokên bo xwandingen neşînin.

Vê Navenda Berevankara Mafê Mirovî di berdewamiyê nivîsiye: Niha li zêdeyî 50 xwandingehên bajarên cuda yên Îranê yên weke, Qum, Tehran, Birûcerd, Sarî û Qezivînê de zêdeyî 500 dersxwan jehrî bûne û bo nexweşxaneyan veguhastin e.

Di dawiyê de Navenda Berevankar ya Mafê Mirov, ji Komîseraya Bilind a Mafê Mirov ya Saziya Navneteweyî daxwazkiriye da ku, ji tev îmkanatên yasayî yên xwe bona dawî pê anîn bi cinayetên wiha mafê werbigirin û rayedarên rejîma Îslamî bersivdar bikin.

Her di vê pêwendiyê de, “Ned Perice” Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê, li derheq jehrî bûna dersxwanên keç li Îranê, nîgeraniya xwe nîşan da û ji rayedarêm rejîma Îranê daxwaza zelalkirina vê mijarê kiriye.