Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeta Hizba Demokrat bo piştevanîkirin ji serhildanên li Îranê di civîna Waşîngtonê de beşdarî kir

16:40 - 12 Adar 2023

Roja Şemî 11ê Adarê (20ê Reşeme) heyeteke Hizba Demokrat bi serperestiya “Aras Salih” ê Nûnerê Hizba Demokrat li Amerîkayê, li civîna bajarê Waşîngtonê ku bo piştevanîkirin  ji serhildanên li Îranê hatibû lidarxistrin, beşdarî kir; Heyeta Hizba Demokrat ku berê bo vê civînê hatibû gazîkirin, di asteke gelek bilind de bi xêrhatin ji wan hate kirin.

Civîna Waşîngtonê ku ji aliyê Şêwreya Berevaniya Netewî ya girêdayî bi “Saziya Mucahidînê Xelqê Îranê” ve hatibû rêkxistinkirin, bi axaftina “Meryem Recewî” dest pê kir; “Meryem Recewî” di gotinên xwe de bi fermî bixarhatina heyeta Hizba Demokrat kir û kêfxweşiya xwe ji hatina vê heyetê, nîşan da.

Di berdewamiya civînê de, Cihgirê berê yê Serkomarê Amerîkayê “Mayk Pens” gotinek pêşkêşî beşdarbûyên civînê kir û di gotinên xwe de ragihand, ku “piştevanîkirin ji xelkê Îranê hewce ye ku beşek ji siyasetên Amerîkayê li derheq Îranê be”; Di berdewamiya civînê de, ceneral Wazlî Kilark, Wezîrê berê yê Bazirganiya Amerîkayê “Gerî Lak”, Senator “Sam Birewnbek” û Senator Rabêrt Torîsîlî” gotinên xwe pêşkêş kirin.

Di dawiya civînê de, berpirs, birêveber û beşdarbûyên civînê, serdana heyeta Hizba Demokrat kirin û careke din xêrhatin ji heyeta Hizba Demokrat kirin.